Dilxwazên Rêkxistina Navneteweyî kî ne?
Ew kes in ku; ligel ji hev cudatiya ol, renk û fikrên sîyasî, bawer in ku hemû mirov wekhev in. Zêdetirî sed û çil welatan de dilxwazên vê rêxistinê hene, hejmara wan dilxwazan bi milyonan tê îfadekirin. Ji her temenî, ji her pîşeyê, ji her komên civakî dilxwazên Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî hene. Bêyî hêvîkirina berjewendiyekê, dema xwe û hêza xwe ji bo mexdûrên binpêkirina mafên mirovan serf dikin.
Vîzyon, mîsyon û nirxên Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî çi ne?
Vîzyona me
Vîzoyana Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî, daxwaza cîhanek wisa ye ku; ew standartên di Danezana Mafê Mirovan ya Gerdûnî de û mafê mirovan yên navneteweyî de hatine diyarkirin, ji alî her mirovî ve betê bikaranîn.
Mîsyona me
“Di bicîhanîna vê vîzyonê de mîsyona RENê, xebata ji bo berfirehkirina wergirtina mafên mirovan e;
Ligerîn û lebatkirina ku ji bo mafê serbestiya xweîfadekirin û wicdanê û nemayîna cudakeriyê û astengkirin û dawîkirina binpêkariya giran ya li ser mafên mirovan.
Nirxên me yên bingehîn
“REN, civakek gerdûniya parêzvanên mafên mirovan e ku ji bo hevkariya navneteweyî, kesayetiyên mexdûr û ji bo yekparetî û gerdûniya mafên mirovan, bi azadî, girêdayî demokrasî û prensîbên rêzdariyek dualî ye”.
Mijarên ku xebat zêde li ser tên kirin
*Li gorî Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî, girtiyê ramanê kî ye?
Mehkûmê/a ramanê ew kes e ku ligel pêjber kesekî/ê şîddet bikar neaniye, şîddet teşvîk nekiriye û neparastiye, ji ber baweriyên xwe yên sîyasî, olî û wijdanî; orîjînên xwe yên etnîkî, neteweyî, civakî; cînsîyet, reng û zimanê xwe; statuyên xwe yên aborî, xwezayî û statuyên hwd. hatiye hepiskirin.
Car dî li derveyî xebata mijarên bingehîn yên jorîn;
Pîvanên xebata di welatê xwe de
Ji bo parastina bêalîgirî û zexmkirina hevkariya gerdûnî ya Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî, pîvaneke ku hemû endam, xebatkarên minêkar divê rîayet bikin heye:
Bi gora vê rêpîvanê, aktivîst an jî xebatkar li ser navê Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî di welatê xwe de di derheqê binpêkirinan de nikare lêkolîn bike, nikare tevli xebat û helmetan bibe. Li ser raporên ku derheqê welatê wan de derketiye nikarin şirove bikin, sirf dikarin vê rapor û agahîyê belav bikin. Ji xebat şirovêyên şaxan jî navendek din berpirsyar nayên girtin.
Minêkarên Rêkxistana Efûyê ya Navneteweyî di welatê xwe de ji bo perwerdehiya mafê mirovan, ji bo tevlêbûna hikumeta wan ya li peymanên navneteweyî yên mafên mirovan, rakirina cezayê mirinê an jî ji bona lêanîna zagûnan li standartên navneteweyî, dikarin bixebitin.
Gav bi gav rêbaza xebata Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî
Prensîbên Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî
Çalakiya yekem a lezgîn
REN-ê, ji bo Profesor Luîz Basîlîo Rossîyê Brezîlî l9 Adar l973-yê de banga xwe ya Çalakiya Lezgînî ya yekem û berfireh weşand. Luîzê ku ji ber sedemên siyasî hatibû girtin, ew jî bi pir girîngbûna banga Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî bawer bû: “Min dizanibû ku doza min, ji bo gel hatiye ragihandinî. Min dizanibû ku êdin nikarin min bikujin. Paşê zordariya ser min kêm bû û şert û merc pak bûn.” Prof. Rossî, 24 Kewçêr 1973 -yê de bi şert hat berdan û bi hêviya celsê sekinî. Di reşemiya l975-ê de çû Belçîkayê. Celsa wî 10 Adar 1975 -ê de çêbû. Ceza nexwar lê belê fermanek ya girtinê hat derxistin. Paşê jina Luîz di Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Brezîlyayê de bû endamek ji tevnika damezrînerên peywirdarên tenduristiyê.
Lijneya RENê a Yekem
Lijneya Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî ya yekem, Kanûna Paşîn l962 yan de çû Ganayê. Luîz Blom-Cooperê ku parêzerek ji Londarêyê bû. Ji bo ku ligel Wezîrê Karê Hundir hevdîtinek pêk bîne û bi gora Zagona Bergirîyê ya Nezaretê di der barê girtiyên endamên muhalefetê de agahiyan berhev bike, çû wê derê.
Rapora Salane ya Yekem
Rapora salane ya yekem ku di îlona 1962-yê de hatiye weşandin, diyar dike ku, ji aliyê 70-ê grupên ku di 7 welatan de, ku li ser navê 210 girtî û mehkûm xebat hatiye kirin û di Pirtûkxana Mehkûmên Ramanê de di der barê 1200 bûyeran de belge hene.
Banga Yekem
Banga Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî ya yekem Amnesty ‘6l. Ev bang ji hêla Peter Benenson ve hat nivîsîn û bi weşandina vê bangê di rojnameya The Observer bû sedema zayîna tevgerek daîmî a navneteweyî ya mafên mirovan.
Mehkûmên Ramanê yên Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî yên Yekem
Constantin Noica
Constantin Noicayê ku li Romanyayê mamostayê felsefeyê bû, dema ku bi awayek demî ji zanîngehê bidûrxistinê hat cezakirin, bi bahaneya ku heval û xwendekarên wî ji bo gohdarîkirina axaftinên wî yên li ser wêje û felsefê hatibûn cem wî, 25 salan bi hefsê hat cezakirin.
Serbest hat berdan.
Rev. Ashton Jones
Wezîr Ashton Jonesê 65 salî û xwediyê şexsiyetek girîng bû, ji ber ku di tevgera Meşa Azadiya CORE de, ku li eyaletên başûr li dijî qedexekirina rengan bû, dixebitî, her gav dihat lêdan û sê caran hat hepiskirin.
Serbest hat berdan.
Cardinal Mindszenty
Cardînal Mindszenty li Macarîstan ji bona ku li hember hikumeta komînîst muhalefet kiribû di Balyoza DYE de bi salên dirêj di hefsa malê de hat girtin.
Di dawiyê de serbest hat berdan.
Archbishop Josef Beran
Di dema dagirkeriya Nazî de ji du kampên berhevkirinê sax filitî. Lê belê l948-ê de ji ber ku bi axaftinên xwe, hikumeta komînîst ya nû ku bi derbeyek desthilatdarî bi dest xistibû, protesto kir, bi qefaltinê re hat hepiskirin. Di encamê de, di 1961-ê de ew l3 sal bû ku Daran girtî bû.
Serbest hat berdan. 1967-ê de ji bo pîrozkirina gihîştina xwe ya bi azadiyê li Romayê mûmek ji Mûma Rêkxistina Efûyê vêxist.
Toni Ambatielos
Komînîstek yewnanî ye ku ji ber xebatên xwe yên sendîkayê hatiye hepiskirin.
Di dawiyê de serbest hat berdan.
Dr. Agostinao Neto
Dr. Neto ku bijîşk û helbestvanek bû. Ji destên hukumran û rayedarên Portekizî merûzî wehşetên erjeng ma. Hezîran 1960 an de polîsên sîyasî ketin mala wî. Ew li peş çavên malabata wî kirbaç kirin û paşê ji ber “sucê” ku xwestibû şert û mercên tenduristiyê ji bo welatê xwe pak bike, bêdarizandin birin girtîgehê.
Paşê di hefsa malê ya bi qontrolkirî de hat bicîhkirin û ji vir revî. Dûv re bû serokê Dewleta Angolayê yê yekem.
(Herî kêm 11 kesên REN-ê yên mehkûmên ramanê, bûn serokê dewletê an jî bûn serokê hikumatê.)
Sekreterê Giştî yê RENê yê Yekem
Martîn Emnals (Tîrmeh l968)
Koma RENê ya Yekem
Hampstead, Londra, Keyaniya Yekbûyî
Rapora RENê ya Yekem
Rezber 1965: RENê raporên xwe yên di der barê şert û mercên girtîgehên Portekîzê, Efrîka Başûr û Romanyayê di heman demê de weşand.
Şaxên Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî
Antîleyên Hollanda
Arjantîn
Avustralya
Avusturya
Belarus
Belçîka
Benîn
Bermûda
Brîtanya
Burkîna Faso
Cezayir
Danîmarka
DYE
Efrîka Başûr
Ekvator
Elmanya
Fas
Fas / Sahra Rojava
Filîpîn
Filîstîn
Fînlandiya
Fuyana
Gambîa
Giravên Faroe
Giravên Leeward
Grenada
Hindistan
Hirvatîstan
Hollanda
Hong Kong
Îrlanda
Îspanya
Îsraîl
Îswîçre
Îtalya
Îzlanda
Japonya
Kanada
Kolambîya
Komara Çek
Komara Kore
Komara Togo
Kuveyt
Luksembûrg
Macarîstan
Malezya
Malî
Maurîtus
Meksika
Misir
Mongoliya
Nepal
Nîjerya
Norveç
Pakîstan
Paraguay
Perava Diranêfîl
Peru
Polonya
Portekîz
Porto Rîko
Senegal
Sîerra Leone
Slovakya
Slovenya
Swêd
Şîlî
Tanzanya
Tayland
Tayvan
Tirkiye
Tunus
Ukrayna
Urdun
Uruguay
Venezuela
(Ofîsa)Yekîtiya Ewrûpa
Yunanîstan
Zambîa
Zelanda nû
Zîmbabwe




